Gelo rêkeftinên Astana û Soçiyê bê bandor dibin?

Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyê ku ev 8 sal zêdetirin berdewam dike bi dawî bibe di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de rêkeftina Astanayê, herwiha ji bo ku Idliba di destê hêzên tunrew de ye bê çareserkirin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî rêkeftina Soçiyê hatiye îmzekirin. Beramberî vê yekê rejîma Esad li ser İdlıb û derdora vê êrîşên xwe zêde dike

K24- Anqere

Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyê ku ev 8 sal zêdetirin berdewam dike bi dawî bibe di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de rêkeftina Astanayê, herwiha ji bo ku Idliba di destê hêzên tunrew de ye bê çareserkirin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî rêkeftina Soçiyê hatiye îmzekirin. Beramberî vê yekê rejîma Esad li ser İdlıb û derdora vê êrîşên xwe zêde dike. Li gorî hin pisporên Tirkiyê êdî zêde wateya rêkeftinên Astana,Soçî û Cinivê nemaye. Hin pispor jî dibêjin Tirkiyê êdî qontrola xwe ya li ser Idlibê bi temamî winda kiriye û neçare alikariyê ji Rûsyayê bixwaze.

Li Sûriyê Rejîma Esad li ser İdlibê û herêma kêmkirina aloziyan ya di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de di çarçoveya rêkeftina Astanayê de hatibû avakirin êrîşên xwe her ku diçe gurtir dike. Heta êrîşên rejîma esad gihiştiye xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ku di çarçoveya rêkeftina soçiyê de li ser sînorê Idlibê hatine avakirin. Di van êrîşên davî de heta niha xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê hatiye armanckirin û du leşkerên Tirkiyê birînar bûne. Beramberî van êrîşan heta niha Tirkiyê di warê leşkeri û dîplomatîk de bersivek nedaye rejîma esad.

Li gorî Pisporê rojhilata Navîn Hasan Oktay ji bo Tirkiyê êdî mijarên ji astana û Soçîyê girîngtir hene û bi sedam û bi zanebûn Enqere bersiva êrîşên esad nade.

Hasan Oktay - pisporê Rojhilata Navîn, dibêje: "Li Sûriyê her ku diçe alozî zêde dibe û ji ber vê çendê êdî rêkeftinên li ser Sûriyê hatine kirin jî tên nîqaşkirin. Ji xeynî rêkeftinên Soçî, Astana û Cinêvê pêdiwî bi rêyeke cuda heye. Ji bo Tirkiyê jî mijara mûşekên S 400 û avakirina devereke ewle girînge êdî. Tirkiye bi sedema ku Esad re hevdîtin û pêwendiyên xwe zêde bike niha bersivê nade êrîşên Esad û heta demeke din jî li hemberî êrîşên bo ser Idlibê dê bêdeng bimîne."

Li ser zêdebûna êrîşên Esad bo ser Idlib û derdora wê serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi rêya Telefonê bi serokê Rûsyayê Putîn re, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî bi wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê re hevdîtinek pêk anîn

Pisporên bale dikşînin ser van hevdîtinan jî dibêjin êdî Idlib di bin qontrola Tirkiyê de derketiye û bi navbeynkariya Rûsyayê dixwaze êrîşên ser Idlibê bide rawestandin.

Dûnya Başol - pisporê Rojhilata Navîn, got: "Tirkiyê di serî de ji xwe bi temamî nikaribû Idlibê qontrol bike. Li idlibê hejmareke zêde mûxalifên radîkal hene. Heyet Tahrîrî El Şam kêşeya herî mezin e li wê derê, Her ku diçe hêza wê zêde dibe û nayê qontrolkirin. Tirkiyê nekarî devereke ji çekên giran hatiya paqijkirin ava bike û pêşiya hêzên tundrev nikarî bigre. Rejîma Esad jî her ku diçe bihêz dibe û dê teqez berê xwe bide Idlibê. Tirkiye neçare ku ji Rûsyayê alikarî bixwaze."

Li gorî rêxistina mafê mirovan ya Sûriyê di 26ê Nîsanê û 7 Gûlanê de ji ber êrîşên Rejîma Esad û firokeyên Rûsyayê li ser Idlib û Hema yê 26 zarok, 24 jin û bi giştî 118 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 150 hezar kesî derbider bûne. Herwiha Ji destpêka îlona 2018 heta niha nêzîkê 400 hezar niştecihên idlibê bûne penaber û berê xwe dane ser sînorê Tirkiyê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3f7c27de-2bb2-4579-9765-2d231ed6ec58/051419BXS.ism/manifest