3 şervanên HSDê di êrîşên DAIŞê de canê xwe jidest dan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji encama êrîşa Tirkiyê, şaneyên razayî yên DAIŞê çalak bûne û êrîşî xalên HSDê dikin û 3 şervanên wan canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji encama êrîşa Tirkiyê, şaneyên razayî yên DAIŞê çalak bûne û êrîşî xalên HSDê dikin û 3 şervanên wan canê xwe jidest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê de, şaneyên razayî yên DAIŞê li bajarokê Hecînê li rojhilatê Dêrazorê çalak bûne û êrîşî şervanên HSDê kirin û 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dane û 2 şervanî jî birîndar bûne.

HSDê diyar kir, grûpên çekdar bi piştevaniya artêşa Tirkiyê bi êrîşên xwe li ser Ebo Rasên û gundê Til Temir û Eyn Îsayê de berdewam in û firoke jî li esmana wê herêmê bi berdewamî difirin.

 

S. B