Macron bo Nêçîrvan Barzanî: Dikarin pişta xwe bi Fransayê bibestin

K24 – Navenda Nûçeyan Serokê Fransayê Emmanuel Macron peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di nameya bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li destbikarbûna wî wek Serokê Herêma Kurdistanê re kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwast û tekezî li piştevaniya Frans ji Herêma Kurdistanê re kir.

Di nameyê de Macron nivîsiye: Destbikarbûna we qonaxeke girîng e ji Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê re, ji bo aramî û aştiya civakî û hestê cenabê we bo dewletmedariyê hevkar dibe ji bo cibicîkirina vî erkê nû, yê ku Fransa piştevaniya temam lê dike.  

Di dirêjahiya nameya xwe de Macron ragihand, Fransa û Kurdistana Iraqê bi riya pêwendiyên dîrokî bi hev ve girêdayî ne û şerê hevbeş li dijî DAIŞê ev pêwendî bihêztir kirin. Dixwazim bi taybet spasiya xwe bi we re rabigihînim derbarê qurbaniyên ji aliyê Pêşmerge ve hatine dan. Herwiha ji bo ew hewlên bê wêne yên desthilatdarên Herêmê ji bo pêşwazîkirina li koçberên ji ber hovîtiya cîhadîstan reviyane.

Herwiha got: Hûn agahdarî pabendbûna me derbarê hêviyên Kurd di çarçova Iraqeke yekgirtî, federal û demokrat de ne. Bi navê van pêwendiyên taybet bû, Fransa beşdarî di handana çareserkirina ew qeyrana piştî referandûma serxwebûnê durist bûye de kir. Îro em xweşhal in bi kûrbûna pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê, herwiha ew rêkeftina di siya vê dînamîkiyê de hatiye kirin di berjewendiya ewlehî, aramî û pêşveçûna hemû Iraqê de ne.

Di dawiya nameyê de, Macron hêvî xwast bikarin pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê de di hemû waran zêdetir bi pêş ve bibin, bi taybet jî di warên ku xelk ji hev nêzîk dike de, di warên aborî, kulturî, perwerde de. Tekez kir jî, Kurdistan dikare di vê çarçovê de pişta xwe bi desthilatdarên Fransayê ve bibeste.

 

S. B