Mesrûr Barzanî nîgeranîya xwe derbarê rewşa Rojava digehîne berpirsên Emerîkayê

Evro Sêşembîyê, 15/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Deyvid Şinker, harîkarê wezîrê derveyê Emerîkayê bo karûbarên Rojhelata Nêzîk.

K24- Hewlêr

Evro Sêşembîyê, 15/10/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Deyvid Şinker, harîkarê wezîrê derveyê Emerîkayê bo karûbarên Rojhelata Nêzîk.

 Di civînê de, ku Matyo Tuler, Balyozê Emerîkayê li Îraqê jî amade bû, gotûbêj derbarê guhertinên Îraq û Suriyê hat kirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê nîgeranîya xwe derbarî derbarê rewşa niha ya rojhelata Suriyê û Rojava Kurdistanê derkevteyên wê.

Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste dawî bi tundûtijî û girjîya deverê bihêt, çunku dirêjbûna şer û alozîyan li deverê , zemîneya saz dike bo vegeran û serheldana rêkxistîyên teroristî.

Herweha amaje bi wê yekê jî hat dan kun pêwîste civaka nêvdewletî hevkarîya Herêma Kurdistanê bike li vehwanindina aware û penaberan ku biegera şer û alozîyên devrê berê xwe dayîne Herêma Kurdistanê.

Di tewereke dî ya kombûnê de, piroseya gotûbêjên di navera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Îraqê gengeşe kirin. Amaje bi wê yekê hat dan, hikumeta Herêma Kurdistanê çenîn pêşnîyaz bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkeş kirîye, lew çaverê dikîn Bexda pêngavên ciddî bo çareserkirin a pirsgirêkan bihavêje li ser binemaya destûr.