Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar daxwaz ji Amerîkayê dike, piştî vekişîna ji Sûriyeyê divê valahiya desthilatdariyê rû nede.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar daxwaz ji Amerîkayê dike, piştî vekişîna ji Sûriyeyê divê valahiya desthilatdariyê rû nede.

Akar di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de ji medyaya Tirkiyê re axivî û diyar kir, Amerîka dê di çend rojên pêş de vekişe û ew naxwazin piştî vekişînê valahiyeke desthilatdariyê rû bide.

Akar herwiha daxwaza cîbecîkirina nexeşereya Menbicê jî kiriye û got: “Me xwest rêkeftina Menbicê di zûtirîn dem de were cîbecîkirin. Wan jî qebûl kir. Me bibîrxist divê YPG ji Menbicê derkeve û çekên di destê wan de were standin.”

Li ser herêma ewle jî em axifîn û me got: “Divê herêma ewle were avakirin û YPG li wê herêmê nemîne. Divê Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûriyê ewlekariya herêma ewle bigrin.”

 

S. B