Li Minbicê teqîn: 7 kes bûn qurbanî

Medya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat belav kiriye, îro teqînek mezin bakurê bajarê Minbicê hejandiye, di encam de kesekî canê xwe ji dest da ye û şeş kesên din jî birîndar bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li Minbicê 7 kes bûn qurbanî.

Medya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat belav kiriye, îro teqînek mezin bakurê bajarê Minbicê hejandiye, di encam de kesekî canê xwe ji dest da ye û şeş kesên din jî birîndar bûn e. Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Medya navborî diyar nekir, ku ew teqîn bi rêya otombêlek bombekirî, yan jî kesekî xwekuj hatiye encamdan, lê eşkere kir, ziyanên madî yên mezin gihiştiye cihê teqînê.

Bajarê Minbic ku li rojavayê çemê Firatê ye, di bin kontrola Civata Leşkerî ya Minbic de ye û her çend rojan teqînek li wî bajarî tê encamdan. Rêveberiya Xweser, şaneyên nivistî yên DAÎŞê, yan jî çekdarên Mertala Firatê tohmetbar dike.

 

 

 

C.B