Mesrûr Barzanî di pênagavên pêkanîna kabîneya nû de berdewame

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê dest pêkirîye. Partî ya Demukrata Kurdistanê (PDK) aşkera dike, komîteyeka bilind li Mekteba Sîyasî ya PDKyê hûrbînîyê kirîye bo tevaya Sîvîyan. Gotebêjê PDKyî dibêje: Pîvnka sereke bo wan kesên di partîyên xwe de postan werdigirin divê dilsoz û şareza bin daku erkê xwe bi serkevtî bicih bigehîne.

K24- Hewlêr

Komîteyeka bilind ji Mekteba Sîyasî ya PDKyê demeke kar dike li ser yek alîkirina Sîvîyên wan kesên di nav partîyên xwe de hez dikin postan di kabîneya nû de bi dest xwe ve bihînin.

Mehmûd Mehemd gotebêjê PDKyê behsa wê yekê dike ku ewê komîteyê hemû Sîvî vavêr kirine. Serok Barzanî, Mekteba Sîyasî û Civata serkirdatîya PDKyê biryara dawîyê didin ka di kabîneya nû de kî dibe wezîr, brîkarê wezîr yan rawêjkar li gor pîvankên şarezayî û dilsozîyê û devera cugrafî…

Pilana PDKyê ew di dema 7-10 rojên dahatî kabîneya Mesrûr Barzanî di perlemanê de bawerî û mitmaneyê bi dest xwe ve bihîne. Bi fermî jî daxwaz ji alîyên pişikdar di kabîneya nû de hatîye kirin hevkarîya serok wezîrê raspartî bikin bo encamdana wê yekê. Wek gotebêjê PDKyê jî dibîje: Hêvîdarîn asteng nekevin pêşîya qonaxa dawîyê ya pêkanîna kabîneya nû. Lê eger asteng jî çêbûn PDK piştîvanîya Mesrûr Barzanî dike bo nehêştina astengan.