Îro firîngehên Herêma Kurdistanê hatin vekirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî û wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, li firîngeha navdewletî ya Hewlêrê, di kongirekî rojnamevanî de, vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî ragihand.
Berpirsên Herêma Kurdistanê û yên Iraq dan xuyakirin, ji îro ve û li gorî xişteya wezareta veguhestina Iraqê, geştên navdewletî destpê dikin û firîngeh hatin vekirin.
Ji aliyê xwe ve wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî got: "Vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê, pêngaveke baş e ji bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, em li gel wê yekê ne, ku hemû kêşe bi riya diyalogê û li ser bingeha destûrê bên çarekirin".
Derbarê guhertinan di îdareyên firîngehan de, wezîrê navxwe yê Iraqê ji Kurdistan24ê re got:"Rêvebirên firîngehan nayên guhertin".
Hikûmeta Iraqê roja 29 Êlûna 2017an, wek sizadanekê li ser encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê, geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê qedexe kir û çendîn sizayên din jî li ser Herêma Kurdistanê sepand.
N.O