Li Tirkiyê zimanê Kurdî ji hejmarete ya şardarîyan hatin rakirin û 8 berpisên din yên HDPyê jî hatin girtin

Hikumeta Enqere, hinek rêkar li dijî HDPyê xistin pêşîya xwe û piştî jikardûrxistina hejmareke serokên şaradran, 8 endam û rêvebrên HDPyê li Stenbolê girtin û zimanê Kurdî ji Hejmarteyên Tiwîterên şaredaryan rakirin.

K24- Hewlêr

Asayşa Stenbolê, operasyoneke berfireh li dijî Partîya Demokratîka Gelan (HDP) encmam da, hevserokên herdû şaredarîyên Pendî û Baram Paşa û 8 endam û rêvebrên HDPyê girtin.

Duhî jî li dijî xwenîşandanên ji kardûrxistan serok şaredarên HDPyê li Îzmîr û Enqereyê nêzîkî 50 kes hatin girtin.

Her di wê çarçoveyê de, Qeyûmê Wanê, zimanê Kurdî ji hejmarteya fermîya Tiwîtera şaredarîya Wanê rakir.

Li 19yê evê mehî, wezareta navweyî ya Tirkiyê, serokên şaredarên Dîyarbekir, Mardîn û Wanê bi çend tuhmetên cuda ji postên wan dûrxistin û Qeyûm li şûna wan danan.

Karvedanên danana Qeyuman li bajarên Dîyarbekir, Mardîn û Wanê zêde bûye.

Pişkek ji partîyan ev karê Tirkiyê bo danan qeyuman şermezar kirin û hinek ji wan  dibêjin: Enqere bi danana Qeyuman gurzeke dî yê mezin li piroseya aştîyê da.