Perwîn Buldan: HDP dê çarenivîsa Stenbolê diyar bike

Li Stenbolê ji aliyê HDP, pekhateyên wê û partiyên Kurdistanî ve Newroz hate pîroz kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê HDP, pekhateyên wê û partiyên Kurdistanî ve Newroz hate pîroz kirin. Mitînga Newrozê ya ku li Qada Bakirkoya Stenbolê birêve çû, bi hezaran kesî beşdarî tê de kir. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di mitîngê de diyar kir HD kilîta Stenbolê ye. Yê ku Stenbolê qezenç bike wê li Tirkiyê jî qezenç bike.

Li Stenbolê ji aliyê HDP, pêkhateyên wê û partiyên Kurdistanî ve mitînga Newrozê hate lidarxistin. Digel bergiriyên gelek berfireh jî ên hêzên ewlekariyê, bi hezaran kesî xwe gihanda qada mitîngê û tevlî ahenga pîrozabahiya Newrozê bûn ya li qada Bakirkoya Stenbolê. Di serdema lêgrînan de polîsan destdanî ser hemû aksesûwarên kest û sor û zer û polîsan destûr neda tû rojname, kovar û danezanên bi Kurdî bêne belavkirin.

Bernameya Pîrozbajiya Mitînga Mezin ya Newrozê bi stranan dest pê kir û bi axafitinên nûnerên dam û dezgehên demokratîk, partiyên siyasî û bi xwendina peyamên girtiyên di gireva birçîbûne de berdewam kir. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di daxuyaniya xwe rexne li AK Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan girtin ku ew li qadan HDPê û Kurdan wek bê dîn û terorîst dide nîşandan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di peyama xwe de got: "HDP kilîta li Stenbolê ye. Çarenûsa hilbijartinê di destê me de ye. Yê Stenbolê qezenç bike wê li hemû Tirkiyê qezenç bike, yê ku têk jî biçe jî wê li hemû Tirkiyê têk biçe. Ez nav nadim lê hûn dizanin bê dengên xwe bidin kê. Her dengek ji bo Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û Leyla Guvenê ye. Em ê di 31ê Adarê de derseke baş bidin van rebenan."

Piştî agirê Newrozê hate vêxistin, hemû nûnerên dam û dezgên medenî ên demokratîk, partiyên siyasî, sendîka, komele û digel serokên partiyên Kurdistanî ku digel HDPê ji bo 31ê Adarê hevkarî kirine hatin ser dikê û slav dan bi hezaran beşdarên mitingê ku li qadê li hev kom bûbûn. Herwiha danasîna serokên partiyên Kurdistanî ji aliyê koordînasyona Newrozê ve bi taybet hate kirin û ji bo wan ji girseyê çepikeke mezin hate xwestin.

Di berdewama ahenga Newrozê ya Stenbolê de gelek hûnermend derketin ser dikê û stranên Kurdî û Tirkî gotin. Girseyê govend gerand û di nava qadê de agir vêxist û dirûşmeyên ji bo rakirina tecrîta li ser rêhberî PKKê Abdullah Ocalan avêtin û her gotin Leyla Guven rûmeta me ye.