Amerîka lêkolîna şandina bi hezaran leşker bo Rojhilata Navîn dike

Berpirsên Amerîkî diyar kirin, Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) lêkolînê dike, piştî aloziya bi Îranê re, bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Amerîkî diyar kirin, Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) lêkolînê dike, piştî aloziya bi Îranê re, bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.  

Ajansa “Reuters” li ser zarê du berpirsên Amerîkî belav kir, Pentegon niha pirsa şandina 5 hezar leşkerên din bişîne Rpjhilata Navîn.

Diyar kirin jî, daxwaza şandina leşkerên zêdê, ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Leşkerî yên Amerîkî hatiye kirin, ji ber ku berpirsyatiya operasyonên Amerîka li Rojhilata Navîn û Asya Navîn li ser milê wê ye.

Amaje bi wê jî kirin, ne diyar e Pentegon wê daxwazê bicih bîne, ji ber ku her car daxwazên wiha ji aliyê fermandarên Amerîkî li tevahiya cîhanê jê kirin.

Yek ji nava wan berpirsan got, erkê hêzên ku bêne şandin, dê warê berevaniyê de be.

Ji aliyê xwe ve, tora “CNN” di raportekê de belav kir, di çarçova rêgirtin li gefên Îranê de, biryar e Pentegon pilana şandina bi hezaran leşkerên Amerîkî bo Rojhilata Navîn bi berpirsên Encûmena Asayia Netewî ya Amerîkî re guftûgo bike.

Ew her du berpirsên Amerîkî tekez dikin, hîna Pentegonê biryara şandina hêzên zêdetir bo Rojhilata Navîn dernekiriye. Herwiha ew hejmara leşkeran jî bi yek daneyê nayê şandin.

Pêştir jî CNN belav kiribû, li gor lêkolînên berpirsên Amerîkî, pêwîstiya Amerîka bi 100 hezar leşker li Rojhilata Navîn heye, heger xwast lêdanekê li bernameya Îranê ya atomî bide, ji ber ku heta Amerîka karibe wê bernameyê jinav bibe, divê berî wê sîstemên berevaniya esmanî yên Îranê, keştiyên leşkerî û mûşekan jinav bibe.

 

S. B