Erdogan: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye.

K24- Hewlêr

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye.

Erdogan, li gel 60 parlamenterên xwe civya û encamên hilbijartinan, avakirina partiyên nû û babeta pirsa Kurd gotûbêj kir.

Recep Tayip Erdogan dîyar kir:  Ew derdorên dixwezin di bin sîbera AKPê de partiyek nû çêbikin, dê wek ciwalek xalî bikevin.

Di nav kombûnê de, parlamenterên Kurd nêrînên xwe anîn ziman û gotin: Li hemberî gelê Kurd yêksanî nîne û pêwiste gavên yasayî werin avêtin.

Li hemberî van daxûyaniyên Parlamenterên Kurd Erdogan bêzariya xwe derbirî û got: Wan li Tirkiyê pirsa Kurd çareserkirîye, eger hûn bêjin pirsa Kurd heye, hûn me bêrûmet dikin.