Perlemana Kurdistanê karê nijadperistane li dijî geştyarên Kurd şermezar dike

Komîte ya Peywendîyan û revenda Kurd di perlemana Kurdistnê de, ragehandinek belav kir têde ew karê nijadperstane ya hatîye encmadan li dijî geştyarên Kurd li Tirkiyê, şermezar kir.

K24- Hewlêr

Komîte ya Peywendîyan û revenda Kurd di perlemana Kurdistnê de, ragehandinek belav kir têde ew karê nijadperstane ya hatîye encmadan li dijî geştyarên Kurd li Tirkiyê, şermezar kir.

Di wê raghandinê de hatîye: Wek komîteya Peywendîyan û revenda Kurd di perlemana Kurdistnê de, hemû corên nijadperistîyê  şermezar dikîn ku ji alîyê hinek welatîyên Tirik li bajarê Tirabzonê bermber bi geştyarên Kurd hatîye encamdan.

Herweha têde hatîye: Di heman dem de daxwazê ji dezgehên polîsên wî welatî dikîn ku kesên hatîne girtin deast bicî bihên azadkirin.

Duhî çend malperên Tirkiyê belavkiribûn ku girûpeke geştiyarî yên Kurd ji Başûr serdana çiyayeke devera Çiyakar li bajarê Terabzonê kiribûn û yek ji geştyaran vîyabû li gel alaya Kurdistanê wêneyê bigire, lê ji alîyê hejmareke tirkan ve hêriş kirn ser wî û bi egera wê yekê jî 9 geştîyarên Kurd hatin girtin.

Her di wê çarçoveyê de, duhî parêzgarê Tirabzonê di daxuyannameyekê de aşkera kir ku nivîsîngeha serdozgehê giştî li Çiyakar dest bi vekolînê kirîye li gel wan 9 geştyaran.