Mihsin Tahir: Geşbînê yekhelwestiya tevgera Kurd li rojavayê Kurdistanê me

Mihsin Tahir ji Kurdistan24 re anî ziman, ku rewşa herêmê aloz e, gelek dest û destweran di deverê de peyda bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê encûmenên xwecihî yên ENKS Mihsin Tahir diyarkir, ku teqînên li Qamişlo, kuştina Keşeyê Ermenî ji Qamişlo metirsiyek li deverê peyda kiriye. Bandorên wê yên neyênî hene.

Mihsin Tahir ji Kurdistan24 re anî ziman, ku rewşa herêmê aloz e, gelek dest û destweran di deverê de peyda bûn e. Nikarin îşaretê çi aliyî bikin, ku teqîn encamp da ye, lê dikarin eşkere bibêjin, ku ji alî dijminên Kurd/Kurdistanê,  dijminên pêkvejiyanê û dijminên mirovayetiyê ve hatiye kirin.

Liser yekrêzî/yekhelwestiya tevgera siyasî ya rojavayê Kurdistanê Mihsin Tahir diyarkir: “Em bangewaziya Civata Navneteweyî dikin, ku rêgiriyê lipêş terora hemberî rojavayê Kurdistanê bikin, ku deverek pêkvejiyanê ye. Tevgera siyasî ya Kurd jî, di vê dema hestyar de di yekhelwestiyê de hewl bidin û yekhelwestiyê pêkbîn in.”

Mihsin Tahir geşbîniya xwe anî ziman, ku yekhelwestiya siyaseta rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya pêkanîna daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê de destnîşan bibe. Herweha îşareta peymana Dihokê ya di navbeyna Tev-Dem û ENKS de kir, ku Serok Barzanî destpêşxerê wê bû.