Îran: Em bernameya xwe ya mûşekî nakin mijara guftûgoyan

Peyvdarê Wezareta Derve ya Komara Islamî ya Îranê Ebbas Mûsewî diyarkir, ku Îran tu danûstandinan liser bernameya xwe ya mûşekî nake

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve ya Komara Islamî ya Îranê Ebbas Mûsewî diyarkir, ku Îran tu danûstandinan liser bernameya xwe ya mûşekî nake.

Liser account a xwe ya Twitterê Mûsewî nivîsî, ku daxûyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê Mhemed Cewad zarîf nayên wateya guftûgoyan liser bernameya mûşekî ya Îranê.

Di hevpeyvînek xwe ligel medya de, Mhemed Cewad Zarîf gotibû, ku: “Em ji mijarên, ku amade ne destpê bikin. Ger pêwistiya danûstaninê liser bernameya mûşekî hebe, em dê rabighînin. Lê, berî wê divê Amerika firotina mûşek û çekan bo hin welatên herêmê rawestîn e”.

Ev bersîva Zarîf, ji alî Wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo ve, wekî amadeyiyek ji jo gengeşeyên liser bernameya mûşekî ya Îranê hatibû nirxandin.

Lê, Ebbas Mûsewî ragihand, ku Îran bi tu awayî ne amade ye bernameya xwe mûşekî bike mijara danûstandinê.

 

 

 

C.B