Dadgeha Enqereyê daxwaza serdozgerê komarê bo azadnekirina Demîrtaş red dike

Serdozgerê Komarî yê Paytexta Tirkiyê, ji Dadgeha Enqereyê xwestibû, biryar a xwe ya serbestkirina Demîrtaş betal bike, lê ev daxwaz hat red kirin.

K24- Hewlêr

Serdozgerê Komarî yê Paytexta Tirkiyê, ji Dadgeha Enqereyê xwestibû, biryar a xwe ya serbestkirina Demîrtaş betal bike, lê ev daxwaz hat red kirin.

Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê, di derbarê Hevserokê HDP ê berê Selahaddîn Demîrtaş de, hefteya borî, bi yêkdengî biryara serbest kirinê da bû.

Lê dozgerê Komarî yê Enqereyê, ev daxwaz a dadgehê ne pejirandibû û xwestibû, ku dadgeh biryara xwe betal bike.

Lê Dadgeha Enqerê, bi daxûyaniyekê, ev daxwaz a Dozgerê Komarî, red kir.

Herçend Dadgeha Enqerê biryara serbest berdan a Demîrtaş dabe jî, jiber cezayê wî yê berê, ku bi tometa propagandeya PKKê 4 Sal û 8 meh ceza li wî hatiye birîn, di zindanê de dimîn e.