Bo yekem car.. tankên abrams ên Amerîkî diçin Tel Temirê

Hêzeke serbazî ya Emerîkayê bi hejamreke zirîpoş û tankên Ebramiz ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temir ve diçûn.

K24- Qamişlo

Hêzeke leşkerî ya Amerîkî bi  hejamreke zirîpoş û tankên abrams ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temirê ve çûn.

Ew hêza serbazî ya Amerîkî li ser riya navdewletî M4 ber bi bakurê Sûriyê ve çûn, lê heya niha ew hêz li ti cihekî bicih nebûye.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Qamişlo ragihand, bi giştî hêza Amerîkayê ji nêzîkî 20 otombêl, tank û zirêpoşên leşkerî pêk hatibû û ber bi Tel Temirê diçûn û nehatîye zanîn ka ew hêz dê li wir bicih dibin yan na.