Peyamnêrê K24ê: HSDê ji eniyan ve êrîşî DAIŞê dikin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku dawî operasyona kontrolkirina dawê bingehên DAIŞê bi piştevaniya Hêzên Hevpeyman li başûrê rojhilatê Dêrazorê destpê kiriye, şer û pevçûnên dijwar rû didin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku dawî operasyona kontrolkirina dawê bingehên DAIŞê bi piştevaniya Hêzên Hevpeyman li başûrê rojhilatê Dêrazorê destpê kiriye, şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih li nêzîkî gundê Baxozê, şeva bûrî şer û pevçûnên giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de li gundê Baxoza Jorin ya dikeve ser çemê Firatê û li nêzîkî sînorê Iraqê derdikevin.

Da zanîn jî, çekdarên DAIŞê duhî berbangê êrîşek bi riya 15ê xwekujên DAIŞê li ser hêzên HSDê kir, lê şervanan karîn wê êrîşa DAIŞê bişkînin.

Amaje bi wê jî kir, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi ragihandina dawî operasyona li dijî dawî baregehên DAIŞê re bi tundî hêlên berevaniyê yên DAIŞê li gundê Baxozê bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, şervanên HSDê ji mihweran ve êrîş dikin, mihwerê yekem ji Hecîn, Sose û Si'ifa ve êrîş dikin. Mihwerê duyem jî ji sînorê Iraqê ve êrîşî ser girê Baxozê yê mezin dike.

Diyar kir, şervanên HSDê tenê karîdorek li aliyê girê Baxozê ve vekirine, ji bo ku xelkê sivîl karibin tê re derkevin û duhî piştî nîvro hejmarek ji welatiyên sivîl hatin rizgarkirin û ji bo deverên ewle hatin veguhastin.

Jêderekî taybet ji Fermandariya Giştî ya HSDê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, piraniya çekdarên DAIŞê yên li Baxozê mene, çekdarên biyanî ne û hejmarek ji wan jî Iraqî ne.

 

 

S. B