Fermana girtina berpirsekê bilindê serbazî hat derxistin

Dadgeha Vekolîna Îraqê, ferman a girtina bepirsekê bilindê serbazî derxist.

K24- Hewlêr

Dadgeha Vekolîna Îraqê, ferman a girtina bepirsekê bilindê serbazî derxist.

Li gor zanyarîyan, ew berpis, Ferîq rukin Cemîl Şemerî ye û berpirsê dosê ya ewlekarîyê bû û bûyerên vê dawîyê yên parêzgeha Dîqar di stûyê wî berpirsê serbazî de ye.

Di ragehandin wê dadgehê de hatîye: Desteya vekolîna dadî li dosêya vekolînê ji bûyerên xwenîşandanên Dîqarê, biryara girtin û rêgirtinê ji geştkirina derve bo ferîq rûkin Cemîl Şemerî derxist.

Di wê ragehandinê de, amaje bi wê yekê  kirîye, ku berpirsê dosyêya ewlekarîyê  fermana teqkirinê li xwexnîşanderan daye.

Di xwenîşandanên Dîqarê de, di dema çend rojên burî de, nêzîkî 50 xwenîşander bi gulleyên hêzên ewlekarîyê hatin kuştin.  Ev yek jî bû sedema ku desthilata dadwerîyê, vekolînê di wê dosêyê de destpêbike û fermana girtinê bo wî berpirsê pile bilindê serbarî derxîne.