Revandina welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve berdewam e
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê ji zêdetir ji 20 rojan ve welatiyekî Kurd revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e û malbata wî banga diyarkirina çarenivîsa wî dikin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li Efrînê grûpa çekdar a bi navê Cebhe El Şamiyê welatiyê bi navê Esmet Husên Ezîz ji roja 22ê Tîrmehê ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Malbata Esmet Husên Ezîz bi K24ê re bang li rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî dikin, bi alîkariya wan ve bên û çarenivîsa wî Esmet diyar bikin.
ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, zincîreya revandina welatiyên Kurd bi buhaneyên cuda berdewam e û li gor amarên ne fermî ta niha zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmareke mezin ji wan ne diyar e.