Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Ajansa fermî ya nûçeyên Tirkiyê (Anadolê) eşkere kir, ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû, wê rojên 11 û 12ê vê mehê serdana Iraqê bike.
Heman ajansê diyar kir, ku Çawîşoglu destpêkê wê li Bexdayê û piştre li Hewlêrê çendîn dîdar û civînên bilind lidar bixe.
Piştî bêtirî salekê ji encamdana referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê û derketina nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, ev yekem car e şandeke Tirkiyê di vî astî de serdana Herêma Kurdistanê dike.
Ev serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji bo Hewlêrê, hevdem e li gel bidawîbûna piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistan û destpêkirina bizavên aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê.
N.O