Li Zaxo çend kesek bi tuhmeta şewitandina kempa awareyan hatin girtin

Piştî ku sê bûyerên şewtînê li kempa aware yên Şengalê li sinûrê qezaya Zaxoyê rûdan û bi egera wê yekê jî 30 konên awareyan şewtîn, pênc kes bi tuhmeta şewitandina kempa awareyan hatin girtin.

K24- Hewlêr

Piştî ku sê bûyerên şewtînê li kempa aware yên Şengalê li sinûrê qezaya Zaxoyê rûdan û bi egera wê yekê jî 30 konên awareyan şewtîn, pênc kes bi tuhmeta şewitandina kempa awareyan hatin girtin.

Li ser evê yekê jî Meimûn Gulî, rêveberê Kempa Çemişko ya awereyên Şengalê, bi Kurdistan24 re ragehand: Em di wê bawerîyê deyîne ku girûpek li pişt evan bûyeran heye û ew bûyer bi egera Şortên Elikitrîkê nebûne.

Got jî: Dû rojan berî niha, dû kes bi tuhmeta Şewitandina kempê ji alîyê polîsan ve di nava kempê de hatin girtin, lê piştî vekolînê ti tişt li ser wan aşkera nebû. Bes me guman heye ku bûyer her ji xwe ve be bi dîtina me destek li pişt evan bûyeran heye.

Her girêdayî evê mijarê, çavkanîyekî ji Asayîşa Zaxo ku nevîya navê xwe aşkera bike, bi Kurdistan 24 re ragehand: Sê kes bi tuhmeta haydarbûnê ji şewtandina wê kempê ji alîyê asayîşê ve hatîne girtin û vekolîn li gel wan berdewam e û bi mezndeya me jî hinek kesên din jî li gel evan sê kesan hene û bi hev re girûpek in.