Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir

Civîna Parlemantoya Kurdistanê bi beşdariya piraniya firaksiyonan û bê beşdariya Firaksiyona YNKê û piştî paşxistina 4 demjimêran îro destpê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Parlemantoya Kurdistanê bi beşdariya piraniya firaksiyonan û bê beşdariya Firaksiyona YNKê û piştî paşxistina 4 demjimêran îro destpê kir.

Piştî paşxistina 4 demjimêran, civîna Parlemantoya Kurdistanê bi beşdariya piraniya firaksiyonan destpê kir û Rêvîng Hirûrî wek serokê demkî yê Parlemantoy ragihand, bernama karê rûniştinê diyar kir û piştre hejmarek ji parlemanterên ku rûniştina 6ê Mijdara 2018an sûnda yasayî nexwendibûn, xwend.

Xala duyem ya rûniştina îro ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoyê dibe, ji ber ku li gor lihevkirina YNK û PDKê Serokatiya Parlemantoyê ji para YNKê ye, Firaksyona PDKê bi awayekî demkî Parlemantera PDKê Vala Ferîd bo posta Seroka Parlemantoyê bi awayekî demkî kandîd kir.

Herwiha hilbijartina Cîgirê Yekem ê û û Cîgira Duyem ên Serokê Parlemantoyê tên hilbijartin.

Li ser lihevkirina PDK û YNKê û piştre firoksiyonên Parlemantoya Kurdistanê, biryar bû îro demjimêr 11:00 Parlemantoya Kurdistanê yekem rûniştina xwe encam bida û Desteya Serokatiya Parlemantoyê hilbibijêra.

Berî destpêka civîna Parlemantoyê, Parlemanter û Kandîda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo posta Serokê Parlemantoyê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Parlemantera YNKê Got jî: “Heger li ser wan xalên nakok bi PDKê re gihîştin rêkeftinê, YNK dixwaze beşdarî civîna îro ya Parlemantoya Kurdistanê bibe û hêvîdar in bikarin bigihin rêkeftinê.”

Aşkere kir jî, “Posta Parêzgarê Kerkûkê xala nakok a di navbera YNK û PDKê de ye.”