Tirkiye ji xalên rêkeftinê neraziye û gefa êrişên nû dike
K24- Hewlêr
Di vê mehê de hijareke xalên rêkkevtins herdû alîyan bicîbûne, ji wan jî vekişanda Hêzên Suriya Demokrat ji Sinûrê Tirkiyayê bi kurahîya 30 Km. lê tevî vê yekê jî, Tirkiya ji cîbicîkirina xalên rêkkevtinê nerazîye. Mehek bi ser rêkkevtina Tirkiya û Rûsiya derbar rewşa Rojavaya Kurdistanê derbaz bû û Tirkiya gefa destpêkirina operasyoneke nû dike.
Mehek li ser rêkeftina rûsiyê û tirkiyê re derbasbû,. Xalên wê rêkeftina yek bi yek li ser erdê cîbicî dibin; lê tevî vê yekê jî hê Tirkiyê ne raziye û gefa destpêkirina operasyineke nû dike.
Ji 22 Cotmehê ji civîna Soçî ve û heta neha .. hejmarek ji xalên rêkeftinê bicîbûne ew jî:
Hsd bi kurahiya 30 km ji sînorê bakurê Kurdistanê vekşiya.
9 Gerên çavdêryê yên Rûsî-Tirkî birêve çûn
Rûsiyê hejmareke heliKopteran derbazî Qamişlo û Kobanîyê kirine
Hêzên sînor parêzên hikûmeta Sûriyê bi dirêjahya sînorê rojava û bakurê Kurdstanê belav bûn e (Kobanî, Eyn Îsa, Minbic, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Çilaxa, Girkêlegê û Dêrik)
Herweha Rûsiyê amadekirina avakirina bingehke serbazî li Qamilşlo dike..
Derbasbûna hêzên Tirkiya bo nav axa Rojavayê Kurdstanê cihê dilgiraniya xelkê navçeyê bû, ji ber vê yekê jê her dema gereke çavdêryê heba xelk li ser sînor disekinîn û bi kevran pêşwazî li hêzên Tirkiya dikin. Ew yek jî bû sedema kuştina welatiyekî sivîl di dema ku hewil dida derbasbûna hêzên Tirkia asteng bike, hejmarek ji welatiyên din jî di wan her 9 geran de birîndarbûn.