Gelo di navbera Tirkiye û Amerîkayê de heyameke nû dest pê dike?

Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, di serî de ji ber alîkariyên bo YPGê û avakirina deverek aram de, di heyama herî rageş de derbas dibe. Liser van pêwendiyên rageş li Enqere panelek hate sazkirin. Li gorî hin pisporên beşdarî panele bûn e, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ber bi başbûnê ve ne. Lê hin pispor jî dibêjin, Amerîka Tirkiye ji asta partnerî û hevalbendiyê derxistiye.

K24- Enqere

Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê, di serî de ji ber alîkariyên bo YPGê û avakirina deverek aram de, di heyama herî rageş de derbas dibe. Liser van pêwendiyên rageş li Enqere panelek hate sazkirin. Li gorî hin pisporên beşdarî panele bûn e, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ber bi başbûnê ve ne. Lê hin pispor jî dibêjin, Amerîka Tirkiye ji asta partnerî û hevalbendiyê derxistiye.

Di Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê alîkarîyên bo HSDê û avakirina devera aram weke kêşeyên sereke ne. Li gel vê yekê ji ber kirin û aktîfkirina mûşekên S 400 ji Rûsyayê, û biryara karîgerkirina gemaroyên giran bo ser Tirkiyê jî sedemên aloziyê ne di navbera Enqere û Washîngtonê de

Di heyama ku ev kêşe didomin li Enqera paytexta Tirkiyê bi navê ji nû ve binavkirina pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê panelek hate sazkirin.

Di panelê de Prof. Dr. Çagri Erhan bal kişand ser hevdîtina 13ê Mijadarê ya di navbera Erdogan û Trump de li Washîngtonê pêk hatibû û got Tirkiyê di vê hevdîtinê de di çar xalan de serkeftinek bi dest xistiye û îdîa kir ku dê Amerîka demeke nêz de pêwendiyên xwe bi PYDê re qut bike.

Prof.Dr. Çagri Erhan (pisporê pêwendiyên navdewletî) dibêje: Li ser çar xalan encamên erênî bi dest xistin Tirkiyê di hevdîtina 13ê Mijdarê de. Di mijara mûşekên S 400 de biryar hate dayîn ku mekanîzmayek bê avakirin ku S 400 û f35an bidin ber hev. Di mijara mazlum Kobanî de qaset dane Amerîkayê ku ev kes terorîst e. Pêşniyaza jenosîda Ermenan jî hate bloqekirin û biryara xurtkirina bazirganiyê hate dayîn. Ev hemû encamên serkeftî bûn û Rojên bê de Amerîka dê dev ji PYDê berde.

Beramberî vê yekê prof.Dr. Ozden Zeynep Oktav jî da zanîn ku di qada Sûriyê de Tirkiye di rastiyê de ne bi Amerîkayê re ne jî Rûsyayê re di nava pêwendiyên baş de nîne û heta Amerîkayê Tirkiye di asta partneriyê de derxistiye.

Prof.Dr. Ozden Zeynep Oktav (pispora Rojhilata Navîn) got: Li gorî Amerîkayê Tirkiye êdî di asta partner û hevalbendekî de nîne. Di pêwendiyên li gel Rûsyayê de jî heman kêşe hene. Ji ber ku li Sûriyê

komên ku weke terorîst têne binavkirin ji bo Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê cuda ne. YPG ji bo Washîngton û Moskowê terorîst nîne lê Enqere terorîst dibîne. Bi dehan komên çekdar yên di bin qontrola Tirkiye jî ji bo Amerîka û Rûsyayê weke terorîstin. Ji loma jî ez nebawerim ku rewşa heyî ya aloz biguhere dê her berdewam bike.

Enqere û washîngtonê piştî operasyona serbazî ya Tirkiyê ya 9ê Cotmehê bo Ser rojavayê Kurdistanê di 17ê Cotmehê de bi 13ê Xalan rêkeftinek pêk anîbûn ku li rojava devereke aram bê avakirin û YPG li ser sînor bê dûrxistin. Lê rayedarên Tirkiyê ji vê rêkeftinê nerazî ne û her dibêjin ew ê operasyona xwe ya ser Rojava bidin destpêkirin.