Akar: Ji herêma operasyonê dernakevin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ewê derbarê herêma ewle de sibê guhdariya pêşniyara Almanyayê bikin û armanca wan nîne ku derkevin derveyî herêma operasyonê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ewê derbarê herêma ewle de sibê guhdariya pêşniyara Almanyayê bikin û armanca wan nîne ku derkevin derveyî herêma operasyonê.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, Tirkiye endameke navendî ya NATO ye, lê ji aliyê endamên din yên NATOyê ve nayê fêmkirin.

Da xuyakirin, ewê sibê derbarî herêma ewle de guhdarî pêşniyara Almanya bikin ku dixwaze çavdêriya herêma ewle di bin kontrola hêzên navnetewî de be.

Akar got, ti plana wan nîne ku operasyona xwe firehtir bikin û ji bo ku bi hêzên rejîma Sûriyê re pevçûn rû nede, divê Rûsya rola xwe bilîze.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got, armanca wan li deverê, danîna 12 xalên çavdêriyê ye û li gor pêwîstiyê ev hejmar dibe zêde yan kêm bibe.

Akar da xuyakirin, ew hêvî dikin bi Amerîkayê re hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin, kêşeya firokeyên F-35 were çareserkirin û hemû dorpêçî û gefên dorpêçiyê werin rakirin. 

Ev daxuyaniya Akar di demekê de ye, îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin ragihand, li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, ti hêzên Tirkî naçin Kobanî û Minbicê.

 

S. B