Bi egera burdûmana Turkîyayê li devera Sîdekan welatîyek şehîd bû û yek jî birîndar

Firokeyên Cengî yên Turkîyayê deverên ser bi nahye ya Sîdekan li qezaya Soran burdûman kirin û otombêleka hevwelatîyan kir armanc ku dû bira têde bûn û xelkê Dola Rostê bûn, di encam de yek ji wan bi navê Mensûr Nafi Ebdûllah şehîd bû û yê dî jî bi navê Peşêw Nafi Ebdûllah birîndar bû. Bi mebesta çareserîyê hatin gihandin bo Nexweşxaneya Aştî li Soran.

K24- Soran

Li ser evê bûyerê jî di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24, Kirmanc Îzzet, qaymeqmê qezaya Soran got: bi egera şer û pêkdadanên di navbera supayê Turkîya û PKKyê rewşa devera Sîdekan û derdorê wê gelek aloz bûye.

Got jî: ev dû hevwelatîyên bira ku otombêla wan kevte ber hêrişa firokeyên cengîyên Turkîyayê li gundê Zînê kirîne armanc û yek ji wan şehîd bûye û yê dî jî birîndare û rewşa saxlemîya wî naakincîye.

Qaymeqamê Soran tekez jî kir, eger hewlek nehê dan bo çareserkirina evê rewşa ku li deverê çê dibe, bandorek nerênî li ser jîyana hevwelatîyan dibe. Çimaku ti girêntîyek ji bo selametîya canê hevwelatîyan li wan deveran nemaye û egera çolkirina deverê heye ji alîyê gundîyan ve.