HSD: 5 sivîl û 3 şervan şehîd bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk aşkere kir, di yekem roja êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê de, 5 welatiyên sivîl û 3 şervanên HSDê şehîd bûn.
Navenda Hevahengî û Operasyonan ya HSDê ragihand, di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê de, 5 welatiyên sivîl û 3 şervanên HSDê şehîd bûn.
HSD ragihand jî, artêşa Tirkiyê bi riya êrîşên esmanî êrîş kir û hewl da dest bi êrîşa bejahî jî bike, lê hêzên wan rûbirûyî wan bûn û ew hewla Tirkiyê şikand.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, ji duhî demjimêr 16:00 û ta niha 181 xal ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê hatine armanckirin.
S. B