Amerika bi tundî li dijî kirîna Tirkiye ya S400an derdikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Rayedarên Artêşa Amerika yê Firotina Çekan dibêjin: Kirîna S400 an, ji bo Amerika bûye metirsiyek neteweyî.
Berpirsê Artêşa Amerika yê Firotina Çekan Ellen Lord bi daxûyaniyekê got: Jiber kirîna Tirkiye ya mûşekên S400 an, dorpêç ne tenê ji bo projeya F-35an, herwiha dê bandore li ser kompanyên din jî bike.
Ellen Lord da zanîn: Wan hemû beşên xwe yên parastinê, jiber çavan derbas kirin e û ew dê li dijî helwestên dijber gavan bavêjin.
Taybet ev gav dê bandorek mezin li Tirkiyê bikin.
Serokê Sistema Parastina Lihevkirinê Ralph Acaba jî got: Ew ji bo projeya F35an alternatifekê digerin, çi li Amerika be, çi jî, welatek din ê NATOyê be.
Ligorî her du rayedarên Amerika, ger Tirkiye gav paş de navêje û em neçarin li rêyên alternatîf bigerin.
C.B