Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

K24 – Navenda Nûçeyan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ji bilî pîrozbahiyê, ew bi kesekî lêhatî, hêja û cihê baweriyê bo wê postê binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ji bilî pîrozbahiyê, ew bi kesekî lêhatî û cihê baweriyê bo wê postê binav kir.

Îro Çarşemê 10ê Tîrmehê Parlemana Kurdistanê bawerî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, cîgirê wî û endamên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê peyamek arastî Serokwezîrê nû Mesrûr Barzanî û ragihand: “Xweşhal im ku îro Parlemana Kurdistanê bawerî da we wek Serokwezîr û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi wê boneyê bi germ pîrozbahiyê li we dikim.”

Herwiha got: “Ev destkefteke din a berdewamiya proseya geşepêdan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê ye, ji encama daxwaz, xweragirî, hevkariya welatiyan, aliyên Kurdistanî û dost û piştevanên gelê me ye.”

Di beşeke din de hat: “Hûn hêjayî vê berpirsyarî û baweriyê ne, piştrast im ku hûn ê hemû hêza xwe û tîma xwe bixin kar ji bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê. Ezmûna çend salên karkirina me bo parastin û pêşxistina doza gelê me û pêkanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di gelek qonaxên hestiyar û dijwar re derbas bûn, hêvî dikim hûn wan zehmetiyan nebînin û hemû karînên xwe jibo avedankirin û bêhtir pêşketina Kurdistanê terxan bikin.”

Herwiha di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hat: “Piştrast im ku hûn ê bi awayekê jêhatî, çalak û bibandor bi ser pirsgirêkan de biser bikevin, dê morala tîma xwe li hember astengî û zehmetiyan bilind bikin û encamên baş û dilxwaz bi dest bînin, kes ji we ji erk û cîbicîkirina karê rojane û demdirêj ji bo berdewamîdana bi dabînkirina aramî, ewlehî, geşeya aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê piştguh naxe.”

Di dawiyê de Nêçîrvan Barzanî got: “Gelê Kurdistanê û we yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû karînên xwe piştevanî û hevkariya karê we û Kabîneya Nehem a Hikûmetê bikim.”

Serkevtina we û cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkevtina me hemûyan û serkevtina gel û Herêma Kurdistanê ye.”

 

S. B