Hûrgiliyên naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo

Mesrûr Barzanî daxwaza rêkeftineke nû ya jihevtêgihîştinê di navbera Amerîka û Kurdistanê de dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî daxwaza rêkeftineke nû ya jihevtêgihîştinê di navbera Amerîka û Kurdistanê de dike.

Îro Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo û şanda pê re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên deverê, bihêztirkirina têkiliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, prosesa siyasî ya li Îraqê û herwiha mekanîzima pêşdebirina hemahengiya navbera her du aliyan ji bo pêşîgirtin ji dubare serhildana terorîzimê hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemahengî û hevkariyên navbera Amerîka û Kurdistanê yên di şerê dijî terorê de bi ezmûneke serkeftî binav kir û behsa rêkeftina jihevtêgihîştinê ya navbera Amerîka û Kurdistanê ya ku beriya niha bo şerê dijî DIŞIê hatibû îmzekirin kir û Mesrûr Barzanî xwesteke Kurdistanê bo îmzekirina rêkeftineke din ya jihevtêgihîştinê bo pêvajoyên piştî DAIŞê, di navbera Kurdistan û Amerîkayê de diyar kir û anî ziman ku divê ev rêkeftina han warên hevkariyên teknîkî, reformên abûrî û ewlekarî li xwe bigire.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa pêvajoya nû ya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku destûr bingeh û serçaveya yekane ya çareseriya hertimî ya tevahiya kêşeyan e.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman û hêviya vê yekê xwest ku bi çareseriya aştiyane, tevahiya eger û metirsiyên şerê wêranker werin jinavbirin.

Di berdewamiya civînê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo jî tekezî li ser berfiretirkirin û bihêztirkirina têkiyên navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê kir û pêbendbûna Amerîkayê jî ya bi parastina ewlekariya deverê diyar kir.

Pempeo rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bi roleke bi bandor binav kir û xwesteka welatê xwe ya bo hemahengiya dualî ya bi mebesta pêşîgirtin ji serîhildana metirsiyên terorîzimê li deverê de diyar kir.

Pempeo herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşveçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku bilez derfeteke baş bo qonaxên avedankirin û pêşdebirina seraserî were afirandin.

Pempeo herwiha hêviya serkeftinê jî ji bo Mesrûr Barzanî di Serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir û berfiretirkirina têkilî û hevkarî û piştgîrî kirina zêdetir ya Kurdistanê diyar kir.

    

 

S. B