Falih Îsawî: Hinek alîyên sîyasî li Îraqê zevîyên taybet bi çandina madeyên hoşber hene

Endamekê Komîteya Asayîş û Berevanîyê di perlemana Îraqê de aşkera dike ku hinek alî sîyasî zevîyên taybet bi çandina madeyên hoşber hene.

K24- Hewlêr

Endamekê Komîteya Asayîş û Berevanîyê di perlemana Îraqê de aşkera dike ku hinek alî sîyasî zevîyên taybet bi çandina madeyên hoşber hene.

Falih Îsawî, endamê Komîteya Asayîş û Berevanîyê di perlemana Îraqê de, fragehand: Hinek alî piştgîrî û piştîvanîyê li bazirganîkirinê bi madeyên hoşber li Îraqê dikin.

Got jî: Bazirganîkirin bi madeyên hoşber li Îraqê bi awayeke berfireh berbelave, ku hinek alî zevîyên taybet bi çandina madeyên hoşber hene; lew pêdivîye hikumet rasterast kar bike bo nehêştina wan zevîyên çandina madeyên hoşber.

Amaje bi wê yekê jî da, di werza dahatîya perlemana Îraqê de, kar dikin bo hevwarkirina yasaya lêburîna giştî.