Li Dêrsimê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê di encama êrîşeke gerîlayên PKKê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din bi giranî birîndar bûn.
Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê belav kir, li dorûbera gundên Dêrsimê di navbera gerîlayên PKKê û Arteşa Tirkiyê de şer derket. Gerîlayên PKKê li ser leşkeran reşandine û di encamê de 2 leşkerên hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.
Piştî şer, Arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Ji aliyekî din ve, li Wanê jî operasyon hebû û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, li Çiyayê Tendûrekê di encama operasyoneke esmanî de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
S. B