Erdogan: Germkirina rewşê nebaş e!

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan da xuyakirin, ew bi Serokê Amerîka û Serokê Rûsya re derbarê pêşketinên dawî yên Sûriyê de axivîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan da xuyakirin, ew bi Serokê Amerîka û Serokê Rûsya re derbarê pêşketinên dawî yên Sûriyê de axivîne û dixwazin gavek zûtir rewş aram bibe û bi aştiyê bigihe encamê. Erdogan li Stenbolê bersiv da pirsên rojnamevanan.Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, ew bi Serokê Amerîka û Serokê Rûsya re derbarê pêşketinên dawî yên Sûriyê de axivîne û dixwazin gavek zûtir rewş aram bibe û bi aştiyê bigihe encamê. Erdogan li Stenbolê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan  got:

"… Hevdîtinên me birêz Putîn û Trump re kirin, derbarê Sûriyê de bûn. Em ser pêşketinên dawî û çawaniya bicîhkirina aştiyê axivîn. Di hevdîtinan de min got, divê karesata heye bidawî were û germkirina rewşê nebaş e.

Piştî pêwendiya telefonî ya birêz Putîn ez bi nûnerê taybet yê Putîn re jî axivîm. Min vîdyo nîşanê wî jî dan. Tiştê li Dumayê rûdane karesat e.

Derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de, helwesta hêzên hevpeymanî û Amerîka girîng e. Min ev yek ji Trump re got. Em jî di vê warê de bibiryar in. Lê divê bikaranîna çekên konvansiyonel jî bên gotubêjkirin. Bi bombebaranên balefiran, kuştina sivîl, zarok û jinan neyê qebûlkirin. Hevdîtin berdewam dikin û em dixwazin gavek zûtir bi gihin aştiyê. "

 

 

C.B