Kemal Sîdo: Rewşa derbiderên Efrînê gelekî xirap e

Berpirsê Rêxistina Gelêndi bin gefê de ya Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo ragihand, Rewşa derbiderên Efrînê gelekî xirap e. Li Efrînê jî Kurdîtî tê qedexekirin, dewleta Tirkiyê û grûpên Îslamî ziman û çanda Kurdî nahêle.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêxistina Gelê di bin gefê de ya Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo ragihand, Rewşa derbiderên Efrînê gelekî xirap e. Li Efrînê jî Kurdîtî tê qedexekirin, dewleta Tirkiyê û grûpên Îslamî ziman û çanda Kurdî nahêle.

Dr. Kemal Sîdo li ser rewşa Mafên Mirovan li herêmên Rêveberiya Xweser û guhartina demografî li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, Em dikarin di warê mafên mirovan de rexneyan li Rêveberiya Xweser bigirin, lê derbarê guhartina demografî de riftarên Rêveberiya bi Ereb, Siryanî, Kildanî, Ermenî û Çerkesan re baş e. Tenê Tirkiyê van tometan davêje ser Rêveberiya Xweser, lê Tirkiye bixwe guhartina demografî li Efrînê dike.

Li ser rewşa derbiderên Efrînê yên li navçeyên bakurê Helebê dimînin, Sîdo got: “Rewşa derbiderên Efrînê gelekî xirap e. Li Efrînê jî Kurdîtî tê qedexekirin, dewleta Tirkiyê û grûpên Îslamî ziman û çanda Kurdî nahêle. Li Efrînê Kurdên Êzidî û Elewî û Kiristiyanî nemane. Herwiha malbateke Ermenî jî li Efrînê hebû, lê ew jî derket. Ev jî tê wateya ku dewleta Tirkiyê û grûpên Îslamî li dijî pirengiyê ne.”

Herwiha got: “Berî Efrîn bê dagîrkirin Serokê Tirkiyê got Kurd li Efrînê ne piranî ne û niha Tirkiye wê yekê bi awayekî sîstematîk wê pilanê bicih dike. Rêjeya Kurd li Efrînê ji sedî 95 bû, lê Tirkiye guhartina demografî dike û hewl dide rêjeya Kurd kêm bike.”

Derbarê pirsa girtiyên siyasî de Sîdo got: “Pirsa girtiyan her tim di rojeva me de ye. Di sala 2016 û 2017an de min serdana zîndanên Rêveberiya Xweser kirin û bi endamên ENKSê re civiyam û min daxwaza azadkirin wan ji Rêveberiya Xweser kir û Rêveberiyê ew azad kirin.”

Li ser sedemên girtina siyasetmedaran jî got: “Li gor Rêveberiya Xweser dibêje, sedem nakokiya di navbera Rêveberiya Xweser û ENKSê de ye. Em dizanin ku ENKS di nava Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de ye û Îtîlaf li dijî Kurda ye û ligel Îslama radîkal e. Nakokiya sereke ew e, Kurdên tên girtin û Rêveberiya Xweser li ser pirsên siyasî li hevdu nakin.”

Berpisrê Rêxistina Gelê di bin gefê de ya Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo got jî: “Min ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk re got ku navê xwe biguhêrin û demokratîk ji navê xwe rakin, ji ber demokrasî di riftaran de ye û ne di siloganan de ye. Me çawa bi salan xizmeta Kurdistanê Iraqê kir, wiha jî emê piştgîriya Rojavayê Kurdistanê bikin.”

 

 

S. B