Efrîn.. Grûpeke çekdar 3 hezar Dolar li jineke Kurd disepîne

Li navçeya Şiyê ya Efrînê grûpeke çekdar 3 hezar Dolar li jineke Kurd disepînin, yan jî dê wê ji mala wê derbikin û malbateke çekdaran li şûna wan bicih bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Şiyê ya Efrînê grûpeke çekdar 3 hezar Dolar li jineke Kurd disepînin, yan jî dê wê ji mala wê derbikin û malbateke çekdaran li şûna wan bicih bikin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, li navçeya Şiyê grûpa Sultan Silman Şah (Emşat) gef li jineke Kurd bi navê Sebriye Derwîş xwarine, heger 3 hezar Dolar neda wan, dê wê ji mala wê derxînin û malbata çekdarekî di xaniyê wê de bicih bikin.

Ev ne cara yekem e li navçeya Şiyê kiryarê bi vî awayî ji aliyê grûpa Emşat ve tê kirin, berî hefteyekê jî çekdarekî grûpa Emşat  danîbû ser mala Fexrî Reşîd û dema wî daxwaza mala xwe kir, serkidatiya Emşatê 8 hezar Dolar jê daxwaz kiribû, heta ku mala wî jê re vala bikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî tawanên revandin, eşkencedan û kuştina welatiyan, grûpên çekdar bi hezaran koçberên Xûtaya Şamê û navçeyên din ên Sûriyê di malên Kurdan de bicih kirine.

Ji aliyekî din ve, grûpên çekdar baca ji sedî 10 li ser ceh û genimê cotkarên gundên Kifêrê, Kefir Zîtê, Qîlê û Oujîma sepandin. 

 

S. B