Tirkiye bajarê Kobanî topbaran dike

Topxaneya Tirkiyê navenda bajarê Kobanê û derdora wê topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Tirkiyê navenda bajarê Kobanê û derdora wê topbaran dike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, artêşa Tirkiyê vê êvarê dest bi topbarana navanda bajarê Kobanê û derdora wê kir.

Ameje bi wê yekê jî kir, helîkopterke Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê Kobanî geriya, ku tê pêşbînîkirin ewê leşkerên Fransî ji Kobaniyê derbixe.

Herwiha peyamnêra me li Qamişlo da zanîn, firokeyên artêşa Tirkiyê tabûreke leşkerî ya HSDê li gundê Hîmo bombebaran kir.

Peyamnêra K24ê li Rojavaya Kurdistanê ragehand, bi egera bombebarana firokeyên şer yê Tirkiyê û topbarankirina bajarê Qamişloyê de welatîyek şehîd bû û 7 jî birîndar bûn.

Li gor zanîyarîyên K24 jî, taxa Zeytûne û gundê Sêgirka ji alîyê artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin û hejmarek kes birîndar bûn.

Îro Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê di roja sêyem de bi êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in û şer û pevçûn li Girê Sipî û Serê Kaniyê di navbera wan û HSDê de berdewam in.