Çekdaran Kurdekî din ê Efrînê di bin eşkenceyê de kuşt

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi tawan û binpêkirinên mirovî de berdewan in û Kurdekî din di bin eşkenceyê de kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi tawan û binpêkirinên mirovî de berdewan in û Kurdekî din di bin eşkenceyê de kuştin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, welatiyê ji gundê Çeqelê Şiyê bi navê Husên Hemo ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê anku ji sal û nîvekê ve ji aliyê grûpa El Hemzat ve hatibû revandin û heta berî 4 mehan agahî li ser wî dihatin ku hîna di girtîgehên wê grûpê de girtî ye.

Wî jêderî da zanîn jî, duhî agahî gihîşt malbata Husên Hemo ku ew ji demekê ve hatiye ji aliyê wê grûpa çekdar ve hatiye kuştin û nayê zanîn çi biserê termê wî ve hatiye kirin.

Herwiha da zanîn jî, Husên Hemo ku bavê 3 zarokan berî sal û nîvekê li gundê Dargirê ya navçeya Mabeta li mala xezûrê xwe bû û ligel 11 kesên din hatibû revandin, 3 kes ji wan hatibûn berdan û hat zanîn ku ew jî di bin eşkenceyê de hatiye kuştin û hîna çarenivîsa 8 kesên din jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana wê de kar dikin di 18ê Adara 2018an ve û li gor zanyariyan zêdetir ji 35 welatiyên Efrînê di bin eşkenceyê de û bi guleyên rasterast ên grûpên çekdar hatine kuştin.

 

Husên Hemo
Husên Hemo

 

S. B