Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Amerîka tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re civiya.

Şeva bûrî 15ê Hezîrana 2019an Balyozê nû yê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. TUeller serdana Hewlêrê kir û ligel Nêçîrvan Barzanî civiya. Di civînê da Matthew Tueller pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê kir û piştgiriya Washingtonê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê cardin aniye ziman û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bilind nirxandiye, herwiha kêfixweşiya xwe ji bo pêngavên baştirbûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê bi mebesta çareserkirina pirisgirêkan û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Matthew Tueller kiriye ji ber wergirtina posta Balyozê Amerîkayê li Iraqê û hêviya serketinê ji bo wî xwestiye di karên wî de, hemû alîkariyên Herêma Kurdistanê, ji bo serxistina karên wî nîşan daye.

Herwiha spasiya alîkariyên Amerîkayê yên di demên dijwar de ji bo Herêma Kurdistanê û nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê kiriye û amaje bi wê yekê daye ku pêngavên ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê berdewam in û tekezî li hevkariyên hevpeymanan bi taybetî yên Amerîkayê di warên reformên Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin.

 

S. B