Lavrov: Amerîka dixwaze “nîvdewletekê” li rojhilatê Firatê ava bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Amerîka dixwaze nîv dewletekê li rojhilatê Firatê ava bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Amerîka dixwaze nîvdewletekê li rojhilatê Firatê ava bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di korbenda Parîs ji bo Aştiyê de ragihand, Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û dest deyne ser kêlgehên petrolê.

Herwiha got: Amerîka daxwaz ji welatên Kendavê dike, ku weberhênanên mezin li navçeyên rojhilatê Firatê bikin, ji bo damezrandina rêveberiyeke navxweyî, ku bingeha wê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Kurd û YPG be.

Diyar kir jî, Amerîka rêgiriyê li hevpeymanên xwe dike, ji bo beşdarî proseyên webirhênanê yên dubare avakirina Sûriyê bibin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: Em û hikûmeta Sûriyê piştevaniyê li hemûyan dikin, ku kar bikin bo jêrxaneya wî welatî bê avakirin, penaber vegerin û jiyan li Sûriyê asayî bibe.

 

S. B