Bi vîdyo.. Dijeterora Kurdistanê û Hevpeymanan tûreke mezin ya DAIŞê desteser kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê bi hevbeşî ligel Hevpeymanaiya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, piştî wergirtina razemendiyê dadgehê, roja 6.10.2018an di operasyoneke serkeftî de karî tûreke mezin ya DAIŞê desteser bike.
Ew tûra mezin ya DAIŞê, jêdereke girîng ya darayî ji wê rêxistina terorê re bû û li Sûriye û Iraqê kar dikir.
Di encama operasyonê de 8 endamên DAIŞê hatin girtin.
Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê dilniyabûnê dide welatiyên Herêma Kurdistanê, ku ti carî terorist nikarin aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê têk bidin û hemû tevgera teroristan û kesên alîkariya wan dikin di bin çavdêriyê de ne û li gor yasayê serederî bi wan re tên kirin.
S. B