Tiramp: Hêvîdarim ceng rû nede

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê hêvî xwazt ceng li gel Îranê rû nede û dibêje:Hêvîdarim ev rû nede.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê hêvî xwazt ceng li gel Îranê rû nede û dibêje:Hêvîdarim ev rû nede.

Li gor nûçeyeka ajansa Royterz, Tiramp di dema pêşwazîkirinê li Mawrer, serokê Siwîsra di berisva pirsyara rojnamevanan de sebaret bi rûdana şerî li gel Îranê got: Hêvîdarim ev rû nede.

Piştî nemana kenalên peywendîkirin û gotûbêjan di navbera Emerîkayê û Îranê de, Siwîsra wek welatekê navbij di navbera herdû alîyan de rolekê dileyze û niha serokê wî welatî gehişte Emerîkayê û li gel Tiramp î di civînê de ye.

Axivtinên Tiramp di demekê deye Emerîkayê girgemîya firoke hilgir (USS Ebraham Lînkolin) û keştîyên cengî şandine ava Kendavê. Wek Waşitunê jî ragehandîye, sedema şandina wan bo bêdengkirina gefên Îranêye.