Şanderê Amerîka ji bo dosêya Sûriyê seredana S'iudiyê kir
K24- Hewlêr
Ji bo gotûbêjkirina dosêya Sûriyê, Şanderê Amerîka ji bo dosêya Sûriyê seredana S'iudiyê kir.
Ajansa WAS a Si'udiye belavkiriye, Şanderê Amerîka ji bo dosêya Sûriyê, James Jeffrey li gel wezîrê dewletê bo karûbarê derve, Adil Cubêr civiya. Di civînê de, behsa dawî pêşhatên Sûriyê û dosêyên herêmê yên girêdayî bi Sûriye re hate kirin.
Jeffrey di vê hefteyê de li Tirkiye, derbarê dosêya Sûriyê bi berpirsên bilind ên Tirk re, herweha li gel berpirsên Opozisyona Sûriyê jî, civiya bû.