Erdogan: Me li gel Potin ji hev têgehijtineke dîrokî wajû kir

Serokê Tirkiyê dilxweşe bi wajûkirina rêkkevtinê li gel serokê Rûsya derbarê Suriyê û bi li hev têgehijtineke dîrokî nav dike.

K24- Hewlêr

Serokê Tirkiyê dilxweşe bi wajûkirina rêkkevtinê li gel serokê Rûsya derbarê Suriyê û bi li hev têgehijtineke dîrokî nav dike.

Piştî ku duhî, 22/10/2019 Viladîmêr Potin, serokê Rûsya û Receb Teyîb Erdogan, serokê komara Tirkiyê li Sûçî ji hev têgehijtinek derbarê Suriyê wajû kirin, di kongireyeke rojnamevanî de, Erdogan got: Me li gel potin ji hev têgehijtineke dîrokî derbarê berengarbûna terorê, desteberkirina axa Suriyê, yekêtîya wê ya sîyasî û vegerana penaberan wajû kir.

Li gor wê ji hev têgehijtinê, ji demjimêr 12:00 ya evro nîvro, 23/10/2019, polîsên serbaîyên Rûsiyê û pasawanên sinûrîyên Suriyê li alîyê Suriya ve dibinli devera sinûrî di navbera Tirkiyê û Suriyê de û li derveyê operasyên a Tirkiyê; daku karsanahîyê bike bo Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) û çekên xwe bo kûrahîya 30 Km dûr bikin. Pêwîste jî ev pirose di dema 150 demjimêran de bi dawî bihêt. Ji niha û paşve jî gerên hevpişkên Rûsya û Tirkiyê kar dikin li rojava û rojhelata devera operasyona Tirkiyê bi kurahîya 10Km dibe ji bilî Qamişlo.