ENKS Devera Aram aşkere dike

Şandeke ENKSyê ku niha li Emerîkaye, li gel alîkarê cêgirê wezîrê derveyê Emerîka û berpirsê dose ya Suriyê civîyane û gotûbêj li ser rewşa rojavaya Kurdistanê kirine.

K24- Hewlêr

Şandeke ENKSyê ku niha li Emerîkaye, li gel alîkarê cêgirê wezîrê derveyê Emerîka û berpirsê dose ya Suriyê civîyane û gotûbêj li ser rewşa rojavaya Kurdistanê kirine.

Kamîran Haco, Serokê Komîteya peywendîyên derve yê ENKSyê, bi Kurdistan 24ê re ragehand: Ew li gel alîkarê cêgirê wezîrê derveyê Emerîka û berpirsê dose ya Suriyê civîyane û pirsa Devera Aram û rewşa rojavaya Kurdistanê gotûbêj kirine.

Haco got: Devera Aram bi kûrahîya 5-14 Kîlometran dibe û dikev di navbera Girê Sipî û Serê Kanê  de.