Çîn li dijî herêma ewle derdikeve
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatê Çînê liser avakirina devera aram li Suriyê radighîne, divê rêz li serweriya xaka Suriyê û yekîtiya xaka wê were girtin
Peyvdara Wezareta derve ya Çînê, Hewa Tişonîng ragihand, welatê wan rêzê li helwêsta hikumeta Suriyê di derbarê navçeya aram de digre û tekeziyê li parastina serweriya Suriyê û cihê wê li herêmê digre.
Got jî , divê hemû aliyên pêwendîdar di civaka navdewletî de, kar ji bo gehiştin bi çareseriyeke siyasî bo krîza wî welatî bikin û rê bi tevlîhevkirina zêdetir a rewşê nedin.
C.B