Hesreta Welêt

Kurd24

Gava ez di gazê re derketim û deşta heya çavên te bibîne havîn  ji dûr ve xuya bû gotina Dunravenê Borges hate bîra min. Ji lodên kayê spîçkên çavên min bi xêra bijangên min xwe dikuskusandin. Pîrekên li sivderên ber deriyan rûniştî çarikên xwe didane ber devên xwe û xeyba çavên min ên ji hesretê kulbûyî  dikirin: zerikî bûye! Pîresêrî gotineke kevn bû û xwe bi xêra dûmana çixareyê ji zûde ji nava xeberdanên civatê kişandibû. Loma ji dêvla vê gotinê ve min serê xwe xiste ber xwe. Awira min a tûj ya ji serê gazê dest pê kiribû û xwe li kêleka kendalên ber aşê avê edilandibû li "na xwey"eke dirêj û sûravkî ket. Li wir gazina Unwin bi hawara min de hat: "Xeybê zêde meke!"

"Xeybê zêde meke" bi sirra xwe ji neqeba xaniyê bixwelî derket û çû li ser çimikê çiraneka zengarî danişî. Mû dişewitî li wir û eger qesda gotinê rast be xeyb ji bin çonga wan derketibû. Ji min nedipirsîn lê dîtina min ne wiha bû. Zer bûbûn çavên min derewan nekim lê bi dîtina min rê ji xwe re di bin wan çarikên metroûnîv de didîtin. Ji kasika devê wan xwe weka ava wî mastê di satilên sifir ji çarikên wan ên çîlsipî re derbas dikir. "Hûn nizanin" tevî hemû êşa xwe di bin awira ji ser gazê destpêkirî ya hûrikmayî de xwe ji ber çavên wan dida alî. Bi gotina wan a li pey ya din dihat jî dizanibû. Kistîn ji xwe nedianî. Xeybê zêde nedikir.

Xeybê zêde nekir çimkî bi gotina Dunravenê Borges bi awira min a ji serê gazê destpêkirî re bi meqesa ko ji kirasê xwe dibirî û kin dikir. Bav û kalên min li vir bûn. Xeyba ji min xeyidî ya çarika xwe li serê erdên netijekirî dikir nikaribû ji min xeber bida. Min ji vir şandibûn xerîbiyê û wekî min ew jî bi gêjgerînkên çûnê ketibûn. Carekê bifikiriya "nebêje lê" ya piştî "na xwey"ê dê serserkî ji ser wê dikê bihata xwarê. Lê teniya bi don ne bi zerikêketina min bû jixwe ne zerik bû ya bi spîçka çavên min girtibû. Ji lodên kayê bû min hinekî behsa wê kir tevî bijangên xwe.

Ez piştî hîvê bi axê ketibûm. Nedizanîn loma li ser dikên dûzankirî xeybê zêde dikirin. Gêjgerînka axê li kezeba min xistibû. Ne ji tirsê bû û bi tirsê jî nediçû. Bav û kalên min li vir bûn. Hesreta axê bi min girtibû. "Dibêjin dîn bûye!" xwe çarmedorî dika bixwelî ya bi çend kevirên bizî hatibû nexşkirin dilefand. Ji wî serî de rabûbûm û bêhna hesretê ji min dihat. Xeyb zêde dibû...