Li Belgiumê rewşa awerte tê ragihandin

Bi sedema “Gefek tundiyê” Li Bruxellesê paytexta Belgiumê, hemû Metroyên çîmanan û gelek çalakî hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema “Gefek tundiyê” Li Bruxellesê paytexta Belgiumê, hemû Metroyên çîmanan û gelek çalakî hatin girtin.

Li Bruxellesê paytexta Belgiumê îro 21 Mijdarê, desthilata wî welatî ji ber “Gefa tundiyê” rewşa awerte bi pileya herî bilind ragehand, hemû Metroyên çîmanan û tonêlan hatin girtin.

Desteya Yekrêziyê ya Şîrovekirina Gefan ya Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de jî belav kir ku “Li ser agahiyên dawî li Bruxellesê rewşa awerte di pileya 4em de û li tevahiya welêt pile 3em hatiye ragihandin.” Ev jî tê wateya metirsiyeke cidî heye.

Ev tedbîrên ewlehiyê li Belgiumê têne birin, piştî ku dadgeha Belgiumê tuhmeta tundiyê aresteyî kesekî kir ku navê wî bi êrîşên Parîsê ve tê girêdan. 

Di 13 vê mehê de, di bûyerên Parîsê de, yên ku DAIŞê berpirsariya wan girtibû stûyê xwe, 129 kesn canê xwe ji dest dan û 352 din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve jî, desthilatên 19 rêveberiyan li Bruxellesê çalakiyên xwe rawestandin, herwiha lîstikên topapê yên dawiya hefteyê jî hatin rawestandin.