Barzanî û Erdogan di civînê de ne
K24- Enqere
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan civiya.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24, civîn beriya demekê dest pê kiriye.
Barzanî îro, 9ê Kanûnê, bi serokatiye şandeyeke payebilind gihabû Tirkiyê.
Tê pêşbînîkirin ku piştî civîna ligel Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîr Ahmet Davutoglu bicive.
Peyamnêrê me ji nêzîk koşka serokatiyê ya Tirkiyê diyar kir ku, dê birsên girîng ên di rojevê de navbera Barzanî û Erdogan de were gotûbêjkirin.