Serokwezîrê Iraqê xwe yekalî dike

Heta niha hikûmeta Iraqê bi fermî helwêsta xwe derbarê Hevpeymaniya Îslamî de diyar nekiriye û aliyên Şîe dixwazin hikûmeta Ebadî li dijî wê raweste.

K24 – Bexda

Heta niha hikûmeta Iraqê bi fermî helwêsta xwe derbarê Hevpeymaniya Îslamî ya bi serokatiya Erebistana Siudiyê diyar nekiriye û aliyên Şîe dixwazin hikûmeta Ebadî li dijî hevpeymaniya navbirî raweste.

Di vê çarçoveyê de, doh şandeke Hizba Dawe-Rêxistina Iraqê serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir. Di civînê de, helwêsta Iraqiyan derbarê Hevpeymaniya Welatên Îslamî li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Li gor beyannameya ofîsa ragihandinê ya Ebadî, di civînê de du pirsên serekî yên di rojeva Iraqê de hatine gotûbêjkirin. Yekem helwêsta Iraqê derbarê hatina hêza Tirkiyê de û duyem jî Hevpeymaniya Dewletên Îslamî.

Ji aliyekî din ve Merceiyetên Şîe li Necef, Kerbela û Quma Îranê civiyane û nerazîbûna xwe li dijî Hevpeymaniya Erebistana Siudiyê anîne ziman û ew hevpeymanî wek eniyeke Suneyan li dijî Şîeyan binav kirine.

Berî niha jî Rêberê Bizava Sedir Muqteda Sedir û milîşiyayên nav Heşdî Şeebî dijayetiya wê hevpeymaniyê kiribûn. Li gor agahiyên malpera Kurdistan24ê, çavdêrên rewşe ewlekarî û siyasî yên Iraqê di wê baweriyê de ne ku Ebadî ketiye jêr zexta alî û merceiyetên Şîe û wiha dixwiye dê helwêsteke nerênî derbarê wê hevpeymaniyê de pêşan bide.

Heta niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwe yekalî nekiriye û ti civîneke taybet jî ligel aliyên siyasî yên pêre nehatiye kirin daku vê mijarê gotûbêj bikin. Lê li gor çavdêran dive Ebadî êdî xwe yekalî bike.